1 sentyabr 2022 - 12:42
Îranê ji ber projên avê yên Tirkîyê rexne kir

Wezîrê Karên Hundur ê Îranê got: Planên Tirkîyê yên têkildarî avê dibin sedema hin pirsgirêkan ji bo deverên zîvala bakur-rojavaya Îranê.

Ehmed Wehîdî Wezîrê Karên Hundur ê Îranê di hevdîtina digel Cîgirê Wezîrê Karên Hundur ê Tirkîyê da got: Îran û Tirkîyê wek du welatên cînar, potansîyelên baş jibo alîkarîyê bidin istiqrar û ewlehîya herêmê, hene.

Ehmed Wehîdî herwiha amajeyî projên avê yên Tirkîyê kir û got: Planên Tirkîyê yên têkildarî avê dibin sedema hin pirsgirêkan ji bo deverên zîvala bakur-rojavaya Îranê ku divê berpirsên têkildarî ên Tirkîyê vê yekê çareser bikin.

Wezîrê Karên Hundur ê Îranê derbara lêkirina dîwarê navbirr ê li sînorê her du welatan da jî got: Dîwarê sînorî bandoreke xirab li çek û rûbarên demsalî kirîye û nahêle ava wan ber bi Îranê va biherike.

342/