Hisên Emîrebdullahîyan Wezîrê Karên Derve yê Îranê şeva buurî piştî hevdîtina digel Sêrgêy Lavrov Hevtûşê xwe yê ûris ragihand: Divê Ajansa Navnetewî ya Enerjîya Atomî ji serederîya sîyasî dûr bikeve û tenê bala xwe bide ser erk û pêisparteya xwe ya teknîkî.
Wezîrê Karên Derve yê Îranê herwiha got: Îran vê yekê qebûl nake ku piştî vegera hemî alîyan ser rêkevtinama navokî, Ajans careka din hin nêrînên sîyasî û tawanbarkirinên bê bingeh dijî Komara Islamî ya Îranê hilêxe.
Wezîrê Karên Derve yê Îranê di civîna çapemenîyê ya li Moskowê da herwiha got: Îran ku di mijara biaştî ya navokî da yek ji çalakên sereke li asta cîhanê ye, ji bo her cure alîkarîya bo pêkanîna ewlehîyê li vê hêzgeha navokî û derdora wê amade ye.
342/