Əhli-Beyt (ə) Xəbər Agentliyi

mənbə : Sahartv
cümə

14 oktyabr 2022

19:03:39
1313700

Bernameya Pûtîn ji bo îcadkirina "Hub'a Gazê" li Tirkiyê

Dmîtrî Piskov berdevkê Koşka Kremlînê ragihand ku Vladîmîr Pûtîn serokomarê Rûsiyê di hevdîtina tev Receb Teyib Erdoxan serokomarê Tirkiyê pêşniyaza îcadkirina Hub'a Gazê ji bo şandina gaza Rûsiyê bo welatên din hilêxistiye.

Li gorî rapora Mehr Newsê, Berdevkê Koşka Kremlînê derbarê pêşniyaza Pûtîn ji bo îcadkirina Hub'a Gazê li Tirkiyê, got: Serokomarên Rûsiye û Tirkiyê daxwaza vekolandina bilez a vê mijarê kir.

Piskov her wiha got: Bersiva aliyê tirkiyeyî bo vê pêşniyazê erênî bûye.

Her wiha Pûtîn di vê hevdîtinê da derbarê girêbesta şandina dexl û dana Ukraynê bi zîrevaniya Tirkiye û NY gotiye ku tenê pişk û pareke biçûk a girêbesta dexl û danê ayîdî welatên herî belengaz dibe.

Pûtîn tekez kiriye ku Tirkiye û Rûsiye dê ji bo şandina berhemên cotkariyê yên Rûsiyê bo welatên hewcedar hewil bidin.

Ev di rewşekê da ye ku 'Gennadij Gatilow' nûnerê hertimî yê Rûsiyê li saziyên navneteweyî yên bicihbûyî li Viyenê got: Heke şertên têkildarî firotina madeyên xuremeniyê û gûbreyên Rûsiyê bo derveyî welêt bi cih neyên, dibe ku Rûsiye ji vê girêbesta derfirotina dexl û danê derkeve.

342/