Əhli-Beyt (ə) Xəbər Agentliyi

mənbə : Sahartv
cümə

14 oktyabr 2022

19:03:13
1313699

Erdoxan pêşwazî li pêşniyaza Vladîmîr Pûtîn a îcadkirina navendeke belavkirina gazê li Tirkiyê kir

Serokomarê Tirkiyê pêşwazî li pêşniyaza serokomarê Rûsiyê ji bo îcadkirina navendeke belavkirina gazê li Tirkiyê kir.

Vladîmîr Pûtîn serokomarê Rûsiyê roja Pêncşemiyê li kêleka şeşemîn civîna Konferansa Danûstandin û Bawerîçêkirinê ya Asyayê (CICA) li bajarê Astaneya Qezaqistanê tevî amajeya bi vêya ku Mosko amade ye li Tirkiyê navendeke belavkirina gaza xwezayî îcad bike, got: Ev navend ne tenê ji bo veguhestina gazê, belkî ji bo diyarkirina biha jî dikare platformek be.

Li gorî rapora roja Înê ya Tasnim Newsê, Receb Teyîb Erdoxan serokomarê Tirkiyê derbarê pêşniyaza Vladîmîr Pûtîn li kêleka civîna Astaneyê ku gotibû li dû îcadkirina navenda belavkirina gazê li Tirkiyê ye, got: Em ê bi zûtî vê navendê damezirînin.

Erdoxan her wiha got: Wezareta Enêrjiyê ya Tirkiyê û aliyê rûsî dê lêkolînên xwe derbarê îcadkirina navenda belavkirina gazê li Tirkiyê pêk bînin û encama wê raber bikin; em ê jî li gorî wê tevbigerin.

Ev di rewşekê da ye ku bihayê elektrîk, gaz û enêrjiyê li Tirkiyê rekoreke kêmdîtî derbas kiriye û gelê vî welatî di rewşeke dijwar da dijî.

342/