Roja Pêncşemiyê di dora yekem a hilbijartina sserokomartiyê da li parlimana Iraqê, Ebdulletîf Reşîd ji Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistana Iraqê (YNK) karî 157 dengên erê û Berhem Salih jî 99 dengên erê bi dest xistin; lê ti yek ji van nekarî rêjeya piraniya dengan bi dest bixe û bi vî awayî hilbijartin derbasî dora duyem bû.
Di dawiyê da Ebdulletîf Reşîd piştî dora duyem a dengwergirtinê li parlimana Iraqê, wek serokomarê Iraqê yê nû hat bijartin.
Ebdulletîfê 74 ssalî di dewleta Nûrî Malikî da wezîrê çavkaniyên avê bû. Ew hevlingê Celal Talebanî serokomarê Iraqê yê berê û ji rêberên YNK'yê ye.
342/