Əhli-Beyt (ə) Xəbər Agentliyi

mənbə : Sahartv
cümə

14 oktyabr 2022

19:02:21
1313697

Sûdanî bû berpirsê damezirandina kabîneya Iraqê

Ebdulletîf Reşîd serokomarê Iraqê yê nû 'Muhemed Şiya' El-Sûdanî' kir berpirsê damezirandina kabîneya vî welatî.

Di civîna duh Pêncşemiyê ya parlimana Iraqê, Ebdulletîf Reşîd wek serokomarê nû yê Iraqê di dora duyem a dengwergirtinê da bi 162 deng karî li hemberî hevrikê xwe Berhem Salih bi ser keve û bi fermî bibe serokomarê Iraqê.

Li gorî vê raporê, Ebdulletîf Reşîd serokomarê Iraqê yê nû Muhemed Şiya' El-Sûdanî kir berpirsê damezirandina kabîneyê.

Sûdanî piştî wergirtina vê memûriyetê di axaftina xwe ya yekem da got: Ez ê di dema herî lez da kabîneyê damezirînim.

342/