Belên Ismayîl Serokê Komsyona Destpakî û Çavdêrîyê ya parlimana Herêma Kurdistana Iraqê di civîneke çapemenîyê da got: Hevalbendîya Navnetewî ya bi serkêşîya Amerîkayê mehê 30 milyon dolarî alîkarî dide Wezareta Pêşmerge ji bo ku miaşê hêzên Pêşmerge bide.
Serokê Komsyona Destpakî û Çavdêrîyê ya parlimana Herêma Kurdistana Iraqê herwiha ragihand ku dewleta fêdêral a Iraqê berovajî rêkevtinameya di navbera Hewlêr û Bexdayê da 200 milyard dînar alîkarîya mehane ji bo dayîna miaşê karmendên hikûmî yên Herêma Kurdistanê nedaye.
Belên Ismayîl di vî warî da got: Mixabin dewleta fêdêral di sala 2022yê da tenê 2 caran û bi giştî 400 milyard dînar şandîye hesabê Hewlêrê di halekî da ku divê her meh 200 milyard dînarî bişîne.
342/