Di nivîsara Wezareta Tenduristîyê ya Iraqê da ku ji bo hemî rêvebirîyên tenduristîyê hatîye şandinê da, wiha hatîye: Ji îro pêncşemê va wergirtina miletê bo cihên ku kar li wan tê kirinê, nabe bi zimanê kurdî were nivîsînê û pêwîst e ku daxwazker tenê bi zimanê erebî binivîse.
Ev biryara Wezareta Tenduristîyê ya Iraqê di halekî da ye ku li gorî maddeya 4, birgeya 2 ya destûra Iraqê belgenameyên fermî divê bi her du zimanên erebî û kurdî bên nivîsînê û ji sala 2003yê ve moletên tenduristîyê li Kerkûkê bi zimanên erebî û kurdî hatine nivîsînê.
342/